Kurdistan û NY hemahengiya xwe zêdetir dikin

behsa rewşa aloz ya Îraq û deverê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê kir û Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro duşem 13/1/2020 di civînekê de li gel nunera taybetî ya Sekreterê giştî ya Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, me behsa bûyerên dawî û pêşhatên rewşa Îraqê ku di rewşeke dijwar deye kir, lazime tevahiya aliyan hesas bûna rewşê li ber çavan bigirin.

Her di heman civînê de me tekez li ser vê yekê kir ku aloztir bûna zêdetir ya rewşê ne li gor berejwendiyên xelkê Îraq û deverê deye.

Di beşeke din ya vê civînê de me giftûgo derbarê baştir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê, hikûmeta fedralî û hemahengiya zêdetir ya li gel NY kir.

 

 

 

 

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.