Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê Peyvdarê civata Şêwirmendî ya çalakvanên Yarsan Siyaweş Heyatî ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve li bajarê Kirmaşanê hatiye girtin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku Siyaweş Heyatî duhê yekşem li ber deriya zanîngeha Razî ya li Kirmaşanê hatiye girtin.
Ev çalakvanê Kurd herwiha endamê eniya yekgirtî ya Kurd e û duhê ji aliyên hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatiye girtin û bo cîheke nediyar hatiye veguhastin.
Hate zanîn ku nav hatî xwendekarê pola dawî ya beşa zanistên siyasî ya li zanîngeha Razî bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin