Mesrûr Barzanî û Adil Ebdulmehdî civiyan

dibêje lazime hemahengiya navbera her du aliyan bidome
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Kurdistanê de, îro Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî piştî civîna xwe ya li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî civiya.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û hijmareke din ji wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê tê de beşdar bûn, Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku bingeheke baş bo têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê danîne û niha derfeteke gelek baş heye bo çareser kirina kêşeyên navbera her du aliyan.

Serokwezîrê Kurdistanê jî diyar kir ku çareser kirina wan kêşeyan û cîhbicîh kirina rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê pêdiviya xwe bi biryar û îradeyeke cidî heye daku kêşe bi awayekî hertim werin çareserkirin.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha diyar kir ku DIŞI hîn jî metirsiyeke gelek cidiye bo ser ewlekariya Îraq û deverê jiber vê çendê hîn jî pêdivî bi hemahengiya zêdetir di navbera hêzên Îraqî, Kurdistanî û hevpeymaniya cîhanî heye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.