Duhê wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê Dan Brouilette telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û behsa çawetiya bihêztir kirina têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Amerîka û Kurdistanê de kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê derbarê vê peywendiya telefûnî de li ser pêgeha xwe wisa nivîsandiye;
Îro înê 10/1/2020 di peywendiyeke telefûnï de li gel wezîrê enerjî yê Amerîkayê Dan Brouillette de me behsa pêşde birina têkiliyên abûrî yên di navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi taybetî di warê enerjî de kir.
Dan Brouillette amade bûna welatê xwe ya bo hêlbirîna zêdetir li herêma Kurdistanê de diyar kir daku kompaniyên Amerîkayê yên warê enerjiyê roleke
Ektîf di geşe pêdana têkiliyên abûrî yên di navbera her du aliyan de bilîzin û bi berdewamî di têkiliyan de bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin