Serokwezîr û wezîrekî Brîtanî behsa rewşa deverê kirin

behsa rewşa Îraq û deverê kirin
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê Brîtanî yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Andro Murcin bi rêya telefûnê behsa çend mijaran kirin û Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;

Êwara roja çarşem 8/1/2020 di peywendiyeke telefûnî de li gel wezîrê dewlet yê Brîtanyayê yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Andro Murcin, me behsa vê yekê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê  di hewldanên xwe yên boa ram kirina rewşa deverê berdewam dibe û me tekez li ser giringiya berdewam kirina hevkarî û piştgîriyên hevpeymaniya navnetewî bo Îraq û herêma Kurdistanê kir bo rû birû bûna metirsiyên DIŞIê.

Her di heman peywendiya han de me ev yek eşkere kir ku aramî û pêşdeçûnên li herêma Kurdistanê di berejwendiya Îraq û civaka cîhanî deye û me tekez li ser parastina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.

Andro Murcin jî girêdayî bûna welatê xwe bi aramî û serweriya Îraqê diyar kir.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.