Hêzên Xefter bajareke din ya steratejîk kontorl kirin

dibêjin di demeke nêz de Trablus jî tê kontrolkirin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya şer û pevçûnên navxweyîn yên Lîbyayê de, hate zanîn ku îro hêzên leşkerî yên ser bi general Xefter karîne bajarê Sirte ya li Bakûrê Lîbyayê ji destê hêzên ser bi hikûmeta Serac derbixin û kontrol bikin.

Herwiha hate zanîn ku hêzên Xefter ber bi Trablusê ve di pêşrewiyê dene û mimkune di demeke nêz de Trablus jî kontrol bikin.

Weke tê zanîn Tirkiye bo piştîgîr kirina hikûmeta Serac biryar daye hêz bişîne Lîbyayê, herwiha îro Rûsye jî ragihand ku bo piştgîrî kirina Xefter hêzên leşkerî dişîne Lîbyayê.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.