Stoltenberg: Divê Îran xwe ji bizavên provakasyon û şîdetê dûr bigre

dibêje lazime Îran dev ji karên xwe yên şaş berde
کوردستان TV
100%

29 balyozên dewletên NATOyê li ser qirîza Îran û Amerîka li Brûkselê kombûnek lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî kombûnê bang li Îranê kir da ku ji tundî û provakasyonan dûr bisekine û bi aramî tevbigere.

Stoltenberg got: Kuştina Qasim Silêmanî biryara Amerîka ye, ne ya NATO an Hevpeymaniyê ye.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg destnîşan kir hemî endam ji bizavên Îranê yên ku dikare îstiqrara deverê xerabike, bi fikar in.

Stoltenberg eşkere kir ku di demên dawî de me dît ku hin bizavên Îranê aramîya deverê xera kir weke mînak êrîşa ser tesîsa neftê ya Siûdî û xistina firoka dronê ya Amerîka.

Sekreterê Giştî yê NATOYê dîyar kir pevçûnek nû ne jibo xêra tu alîyan e û divê Îran xwe ji bizavên provakasyon û şîdetê dûr bigre. Herwiha daxuyakirin di kombûnê de piştevanîya îranê ya hin rêxistinên tundrew jî hat rexnekirin.

Voa

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.