Amerîka: Em bawerin ku gelê Îraqê hêzên me dixwazin

dibêje Serokwezîr di bin zextên Îranê deye
کوردستان TV
100%

Piştî biryara parlementoya Îraqê ya bo der kirina hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraqê, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo daxuyaniyek da û got: Em hêzên xwe ji Îraqê venakêşin.

Mike Pempeo diyar kir ku ev biryar li ser daxwaz û zextên Îranê hatiye dayîn lewre Amerîka pêbendî vê biryarê nabe û Amerîka bawer dike ku hîn jî gelê Îraqê dixwaze hêzên leşkerî yên Amerîkayê bo parastina wan ji teror û zordariyê li Îraqê de bimînin.

Pempeo derbarê gotinên Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî yên bo der kirina hêzên Amerîkî li Îraqê got: Ebdulmehdî bi awayekî demkî Serokwezîre û di bin zextên zêde yên Îranê deye.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.