Trump û Putin bi rêya telefûnî peyvîn

Putin spasiya Turmp kiriye
کوردستان TV
100%

Qesira Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi telefonê peyivîn û rewşa peywendiyên du alî gotûbêj kirin.

Qesira Sipî sedema fermî ya axaftinê wek sipaskirina Putin ya ji Trump re nîşan da, lê ti hûrgilî neda.

Berdikê Qesira Sipî Hogan Gidley got ku îstixbarata ku Amerîka da Rûsya bû alîkar ku pêşiya êrîşeke terorîstî li Rûsya were girtin.

Hikûmeta Rûsya roja Yekşemê ragihandibû ku wê bi xêra îstixbarata ku ji Amerîka hatiye, pêşî li êrîşeke terorîstî girtiye.

Trump roj Pêncşemê hişyarî dabû Rûsya, Sûrîyê û Îranê ku li herema Îdlibê ya Sûriyê sivîlan nekujin.

Trump ji hesaba xwe ya Twitterê gotibû: Rûsya, Sûriyê û Îranê aniha bi hezaran sivîlên masûm dikujin yan hazirî dikin ku bi hezaran ji wan li Îdlibê bikujin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.