Fermandarê hêzên pêşmerge li Kerkûk û Pirdê diyar kir ku roj bi roj liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên dagîrkirî zêdetir dibe û DIŞI bihêztir dibe.
Fermandarê hêzên pêşmerge li Kerkûk û Pirdê Nûrî Heme Elî diyar kir ku jiber boşatiya ewlekarî yaku jiber lawazbûna hêzên leşkerî yên Îraqê li deverê de çê bûye, terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên dagîrkirî bihêztir bûne û liv û tevgerên wan jî zêdetir bûne.
Heme Elî diyar kir ku bername û pilana Amerîka û Îraqê ya bo operasiyonê li dijî DIŞIê li wan deveran tê fêdeyeke xwe nabe jiber ku DIŞI li berdem çavên çekdarên DIŞI û artêşa Îraqê li deverê de tev digere.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin