Serokwezîrê Kurdistanê peyamek pêşkêşî Selahedîn Behadîn kir

dibêje hêvî dikim kongre bibe sedema xizmet kirina zêdetir ya xelkê Kurdistanê
سەرۆکی حکومەتی هەرێمی کوردستان
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir ku ev jî tekesta vê peyamê ye;

Birêz Mamoste Selahedîn Behadîn

Bi minasebeta lidarxistina kongreya 8an ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û dubare hilbijartina we bo postê Emîndariya giştî, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we, Serkirdatiya nû û tevahiya endamên YIK dikim.

Hêvî dikim serkeftina kongreyê bibe sedema karên zêdetir yên YIK û tevahiya aliyên Kurdistanî yên bo pêşde birina tebayî û yekhelwestî li ser pirsên netewî û xizmet kirina welatiyên herêma  Kurdistanê.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

29/12/2019

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.