Tirkiye berdewame li ser guhertina demografiya Efrînê

awareyên ereb û malbetên cîhadiyên li Efrînê bicîh dike
کوردستان TV
100%

Prosesa ereb kirina Efrînê û deverên din yên dagîrkirî yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên terorîst ve didome.

Di vê derbarê de jêderên taybetî ji bajarê Efrînê eşkere kirin ku prosesa ereb kirina bajarê Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve didome û cara dawî Tirkiye û cîhadiyên terorîst hijmareke gelek zêde ji awareyên Îdlibê yên ku malbetên cîhadiyên terorîstên û jiber êrîşên Rûsye û Sûriyeyê reviyane, li vê bajarê di nava malên Kurdan de bicîh kirine.

Jêder diyar dikin ku di nava hefteyekê de herî kêm 200 malbetên Ereb li Efrînê di nava malên Kurdan de hatine bicîhkirin.

Tirkiye naxwaze malbetên cîhadiyên terorîst yên ku ji ber êrîşên Rûsye û Sûriyeyê direvin biçin Tirkiyeyê jiber vê yekê wan li Efrîn û deverên din yên dagîrkirî yên Rojavayê Kurdistanê bicîh dike û bi vê awayî dixwaze demografiya wan deveran biguherîne.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.