Serokê herêmê derbarê rewşa Îraqê de huşdarî dide

dibêje lazime tevahiya çareseriyan li gor destûrê bin
کوردستان TV
100%

Îro şeme Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa Îraqê de peyamek belav kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de eşkere kiriye ku bi dilgiraniyeke kûr ji nêz ve li rewşa aloz û qirîzên kûr yên Îraqê dinirên û Îraq niha di nava rewşeke aloz û qirîzên kûr de ye. Ji aliyeke din ve metirsiya aloztir bûna rewşê Îraqê ber bi pêşerojeke ne diyar ve dibe.

Erkê tevahiya aliyane ku bi jihev fêmkirin û rihê nîştimanî ya berpirsiyarane, nêzî rewşê bibin û dûr ji zextên siyasî bi rêya mekanîzmên destûrî hewla derbas kirina vê qonaxa han bidin.

Derbarê berbijêr kirina kesek bo postê Serokwezîriyê, Nêçîrvan Barzanî eşkere kiriye ku diyare Serokkomarê Îraqê dûr ji mekanîzmên qanûnî ketiye bin zextên zêde yên siyasî.Li wir em tekez li ser vê yekê dikin ku lazime tevahiya çareseriyan li gor destûr û qanûnan bin.

Lazime bo diyar kirina berbijêrê Serokwezîriyê ku ji aliyê her kes ve were qebûlkirin, lazime daxwazên xwepîşanderan û berejwendiyên welat di diyar kirina vî berbijêrê de li berçav werin girtin û lazime hevkariya hikûmeta ku nû tê damezrandin were kirin daku hilbijartinê tê kirin.

 

                             

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.