Li gor jêderên çapemeniyê şeva derbasbûyî bi rokêt û mûşekan êrîşî navenda leşkerî ya K1 ya li Kerkûkê hatiye kirin.
Jêder behsa vê yekê kirine ku di encama êrîşa han de karmendekî sivîl yê Amerîkî hatiye kuştin û çend leşkerên din yên Amerîkî jî birîndar bûne.
Herwiha hate zanîn ku piştî êrîşî leşkerên Amerîkî li derdorê K1 dest bi operasiyoneke leşkerî kirine ku karîne tirimbîla ku di êrîşê de hatiye bikaranîn bigirin.
Rayedarên Aemerîkî behsa vê yekê kirine ku êrîş ji aliyê çekdarên hizbulaha Îraqê ve hatiye pêkanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin