Şam: Tirkiyê li rojhelatê Firatê qirkirina netewî pêk tîne

dibêje tirkiye komkujiyan dike
کوردستان TV
100%

 Wezîrê Derve yê Sûriyê radighîne Mualim, ew bi aliyê Tirkiyê re civiyane, lê ew civîn bê encam mane û Tirkiye tometbar kir ku siyaseta qirkirina netewî li rojhelatê Firatê pêk tîne.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim ji medyaya rûsî re ragihand, berê wan civîn bi aliyê Tirkî kirine lê ew civîn bê encam mane, heta Tirkiye xaka Sûriyê dagîr dike, dê hevdîtin her tim bê encam bin. Mualim got, rêkeftina Rûsî - Tirkî li rojhelatê Firatê berdewam û cîgîr e û Tirkiyê siyaseta qirkirina netewî li rojhelatî Firatê pêk tîne.

Mualimî herwiha got, aliyê rûsî û Îranî ji Hikûmeta Sûriyê re tekez kirine, dê hebûna Tirkiyê li Sûriyê bi awayekî demkî ye û wiha dewam kir, dema Tirkiye minhaca xwendinê li Efrîn û Cerablusê dixe dibistanan, ev nîşana 'demkî' nade.

Wezîrê Derve yê Sûriyê di derbarê dorpêçkirina xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê de got, du xalên Tirkiyê li başûrê Idlibê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve dorpêçkirî ne, lê ewê rê bidin ku hêzên Tirkî ji wan xalan derkevin.

PeyamaKurd

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.