Sedir: Daxwazeke din ya Xwepîşanderan hate cîhbicîh kirin

dibêje ev qanûn dibe sedema dûrxistina aliyên gendelkar
کوردستان TV
100%

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir derbarê pejrandina qanûna nû ya hilbijartinên Îraqê ji aliyê parlementoyê ve peyamek belav kir.

Muqteda Sedir di peyama xwe de eşkere kiriye ku pejrandina qanûna han weke cîhbicîh kirina daxwazeke Xwepîşanderên Îraqê ye û dibe sedema derxistin û dûrxistina part û aliyên gendelkar.

Sedir daxwaz ji komîsyona hilbijartinan jî kiriye daku bi awayekî serbixwe û rêkûpêk karûbarên xwe birêve bibe.

Li gor qanûna han bo her sed hezar dengan di nava parlementoyê de korsiyek tê diyarkirin.

Ev qanûn duhê ji aliyê parlementoya Îraqê ve bêyî beşdarî kirina Kurd hatibû pejrandin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.