Hêzeke hevpeymaniya cîhanî gehêşte Xaneqînê

ev hêz li sînorê Xaneqînê hatiye bicîhkirin
کوردستان TV
100%

Piştî aloz bûna rewşa Xaneqîn û derdorê, jiber zêde bûna êrîşên terorîstên DIŞIê, hêzeke ser bi hevpeymaniya cîhanî boa ram kirina rewşa deverê, çûye Xaneqînê.

Li ser vê mijarê berpirsê şaxê 15an ya partiya demorkata Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa diyar kir ku hêzeke ser bi hevpeymaniya cîhanî gehêştiye devera Xaneqînê û piştî hatina hêza han rewş li deverê hinek aram bûye.

Şex Cefer herwiha eşkere kir ku jiber lawaziya artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî, DIŞI liv û tevgerên xwe li deverê de zêde kiriye, beriya çend rojan jî balefirên hevpeymaniya cîhanî êrîşî ser terorîstên DIŞIê kiribûn lêbelê heşda şebî gotibû ku di encama êrîşa wan de 8 terorîstên DIŞIê hatine kuştin, ev terorîst ji aliyê hevpeymaniya cîhanî ve hatibûn kuştin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.