Mesrûr Barzanî: Hikûmet berdewam dibe li ser dabîn kirina aramî û hevkarî kirina penaberan

hêvî dike di rewşeke xweş de cejna xwe derbas bikin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê bi minasebeta roja ji dayik bûna hezretê mesîh peyamek pêşkêş kir.

Bi minasebeta ji dayik bûna hezretê Mesîh (Kirîsmes), pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî Mesîhiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, hêvî dikim di rewşeke aram û asûde de cena xwe biser bibin.

Herêma Kurdistanê weke navenda bihevre jiyana etnîkî û olî dimîne, em şanazin ku herêma Kurdistanê penagehek bûye bo mêwandarî kirin ji hezaran aware û penaber bi taybetî mesîhiyên Îraq û deverê. Hikûmeta herêm Kurdistanê jî kêmterxemî nekiriye û berdewam dibe li ser dabîn kirina aramî, dilniyayî û hevkarî kirina tevahiya ew kesên ku jiber sitem û zordarî pena bo tînin.

Hêvî dikin şer û ne aramî li deverê û cîhanê de bi giştî bi dawî were, aştî, aramî û awedanî zal bibe.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

24.12.2019

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.