Li Xaneqînê 12 terorîstên DIŞIê hatin kuştin

êrîş li bajarokê Kolecuyê pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Şeva derbasbûyî balefirên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê li Xaneqînê êrîşî ser terorîstên DIŞIê kirin.

Di vê derbarê de jêdereke ewlekarî li bajarokê Kolecu ya ser bi devera Gerimiyanê ya li Xaneqînê ragihand ku şeva derbasbûyî balefirên hevpeymaniya cîhanî êrîşî ser terorîstên DIŞIê kirine û di encam de herî kêm 12 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Ev demeke ku liv û tevgerên DIŞIê li deverê de zêde bûne û hijmareke gundên deverê jî jiber metirsiya DIŞIê hatine valakirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.