Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî kir.
Di civînê de ku wezîrê darayî yê Îraqê jî têde beşdar bû, behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di nava prosesa siyasiya Îraqê de hate kirin.
Her du alî nêrînên xwe yên derbarê çawetiya çareser kirina qirîza heyî ya li Îraqê û damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê anîn ziman.
Derbarê guhertina qanûna hilbijartinan de jî Serok Barzanî û Helbûsî eşkere kirin ku lazime guhertina her qanûnek li gor berejwendiyên xelkê be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin