Parlamana Brîtanya peymana Brexitê pejirand

hefteya derbasbûyî li Brîtanyayê hilbijartin hatibû kirin
کوردستان TV
100%

Parlamana Brîtanya peymana ser derketina ji Yekîtiya Ewrûpa (YE) pejirand.

Peymana bi navê Brexit tê zanîn li hember 234 dengan bi 358 dengan hat qebûl kirin.

Jiber ku piraniya civata jorîn di destê konservatîfan de ye û ew alîgirê Brexitê ne, li ber e ku Brexit li wir jî were pejirandin.

Ger civata jorîn jî peymanê bipejirîne, Brîtanya dê di 31’ê Çileyê de ji YE’ê derkeve.

Serokwezîrê Brîtaya Boris Johnson dîyar kir ku ger bernivîs were pejirandin dê ‘’hêrs û êşa ji referanduma Brexitê vir ve welat dagirtiye’’ bi dawî bibe.

Rikeberiya Brîtanya jî dide zanîn ku ger ew ji YE’ê derkevin ewê bo bazirganîya bi yekîtiyê re kêşe çêbin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.