Beriya çar rojan hijmareke Kolberên Kurd li Çiyayê Tete ya li Hewramanê di nava keroya berfê de asê mabûn û hinek ji wan hatine rizgarkirin û yek ji wan ku ciwanekî temen 17 sale hîn jî nehatiye dîtin.
Ev sê roja xelkê Merîwanê û şêniyên gundên derdorê Merîwan û Hewramanê bi derfet û îmkanên xwe yên kem di qontarên çiyayê Tete de di nava berfê de li pey kolberê wendayî digerin lêbelê heta niha nikarîne vî bibînin.
Navê kolberê wendayî Azad Xosreviye ku xelkê gundê Nê ya ser bi Merîwanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin