Îtaliya berdewam dibe li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge

îtaliya tekezî li ser domandina hevkariyên xwe bo hêzên pêşmerge dike
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Îtalî bi Serokatiya wezîrê berevanî yê Îtaliyayê civiya û li ser pêgeha xwe derbarê civînê de wisa nivîsandiye;

Êwara îro sêşem 17/12/2019 me pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îtaliyayê Lorenzo Guerini û şanda pê re kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên Îraq, deverê û metirsiyên terorîstên DIŞIê kir û spasiya hevkariyên Îtaliyayê yên bo hêzên pêşmerge kir û hêviya zêdetir pêşde çûna têkilî û hemahengiya navbera herêma Kurdistanê û Îtaliyayê xwest.

Ji aliyê xwe ve wezîrê berevanî yê Îtaliyayê Lorenzo Guerini hevdem li gel balkêşandine ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Îtaliya û herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe li hember hebûna têkilî û hemahengiya bihêz li gel hêzên pêşmerge diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, Îtaliya weke welateke endamê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge berdewam dibe, jiber ku bo rûbirû bûna terorê hîn jî gelek kar mane ku bihevre cîhbicîh bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.