Projeya 120 metrî ya Hewlêrê bi dawî hat

bi temamî ji aliyê karkerên navxweyî ve hatiye çêkirin
کوردستان TV
100%

Projeya çê kirina cadeya 120 metrî ya Hewlêrê îro bi merasimeke fermî bi beşdariya Serokwezîrê Hewlêrê bi dawî hat.

Serokwezîrê Kurdistanê li ser pêgeha xwe ya fermî li ser vê mijarê nivîsandiye;

Îro sêşem 17/12/2019 me beşdariya merasîma vekirina qonaxa dawî ya cadeya 120 metrî ya Hewlêra paytext kir û bi vê minasebetê gotarek jî pêşkêş kir.

Her di heman merasîmê de Serokwezîrê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û spasiya kompaniya ku projeya han cîhbicîh kiriye kir û anî ziman ku ev projeya han projeyeke gelek steratejîk û girînge jiber ku ji aliyê aqilê, endaziyar û psporên Kurd ve û bi keresteyên (amûrên) kurdî hatiye cîhbicîhkirin.

Serokwezîr herwiha diyar kir ku hewl didin toreke baş û standard ya cadeyan li Kurdistanê de çê bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.