Dengdana ser împîçkirina Trump dê roja çarşemê be

tê payîn ku bi piraniya dengan were pejrandin
کوردستان TV
100%

Li ber e ku dengdana li Civata Nûneran ya bo împîçkirina Serok Donald Trump roja Çarşemê were kirin.

Di Civata Nûneran de 435 endam hene û 36 endamên Demokratan ji yên Komariyan zêdetir in.

Jiber vê tê çaverêkirin ku Civata Nûneran împîçkirina Trump bipejirîne.

Ger surprîzeke mezin çênebe, Trump dê bibe serokê sêyan yê Amerîka yê hatiye împîçkirin.

Berê, Andrew Johnson û Bill Clinton hatibûn împîçkirin û Civata Senatoran bo her duyan jî biryar dabû ku ji kar neyên dûrxistin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.