Serok Barzanî bi helkefta koça dawî ya (Yûsif Qazî) pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbata Qazî û tevahiya nîştecihên bajarê Mehabadê kir.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata rêzdar Qazî li Mehabadê
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Kak Yûsif Qazî gihîşt me û em xemgîn kirin.
Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê li malbata we ya birêz û tevahiya hevalên Kak Yûsif û xelkê xweşdiviyê Mehabadê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin daxwaz dikim rehmetî bi ceneta xwe şad bike û sebir û aramî jî bide tevahiya.
Mesûd Barzanî
16.12.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin