Li gor Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Kerkûkê, îro dîsa li Kerkûkê hêzên leşkerî û ewlekarî yên Îraqê bi hinceta hebûna çekan, operasiyoneke berfire ya serde girtina malên welatiyên Kurd dane destpêkirin.
Peyamnêrê me eşkere kir ku operasiyon bi awayekî hemwexit li taxên Kurdnişîn yên Kerkûkê destpê kiriye û di encama de çend welatiyên Kurd hatine girtin.
Jêder behsa vê yekê ji Peyamnêrê me re kirine ku hêzên ewlekarî dixwazên welatiyên Kurd bigirin lewre bi hinceta hebûna çekan bi ser malên welatiyên Kurd de digirin û wan binçav dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin