Goreke bikom li Enbarê hate dîtin

li Felûceyê hatiye dîtin
گۆر
کوردستان TV
100%

Dezgeha şehîdan ya hikûmeta Îraqê diyar kir ku, tîmên wan karîne goreke bikomî li Parêzgeha Enbarê bibînin.

Di daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev gora han ya bi komî li nêzî bajarokê Felûceyê hatiye dîtin û termên 100 kesan di nava gorê de hatine veşartin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev gor ya serdemê şerê DIŞIê ye û li deverê de bi giştî 15 gorên din yên bikom hene.

Dezgeha şehîdan eşkere kiriye ku heta niha ti goreke bikom li Enbarê nehatiye vekirin û ti amadekariyên aliyên têkildar jî bo vê yekê nîne.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.