48 xwepîşanderên Îraqî wendane

heta niha 460 kes jî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Komîsyona mafên mirovan ya Îraqê raportek derbarê rewşa xwepîşandanên li Îraqê de belav kiriye û dibêje tundûtîjî li dijî xwepîşanderan bi awayekî sîstematîk tê bikaranîn.

Li gor raporta komîsyona mafên mirovan hêzên çekdar yên nenas bi kincên hêzên leşkerî yên fermî êrîşî ser xwepîşanderan dikin û xwepîşander dikujin.

Komîsyonê di raporta xwe de behsa vê yekê kiriye ku heta niha 48 xwepîşander ku piraniya wan Organîzatorên xwepîşandanêne, wendane û kes nizane çi biser wan de hatiye.

Komîsyon herwiha eşkere kiriye ku heta niha di xwepîşandanên Îraqê de 460 kes hatine kuştin û 19 hezar kesên din jî birîndar bûne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.