Li Lîbya şer di navbera hêzên hikûmetê û yên Hefter de gur dibe

dibêjin kontrol kirina Trablusê di rojevê deye
کوردستان TV
100%

Berpirsên Lîbyayê diyar kirin ku şerekî giran di navbera serhildêrên Lîbî yên ku Xelîfe Hefter komandariya wan dike û hêzên alîgirên hikûmetê ku Neteweyên Yekgirtî piştgiriya wê dike de, derketiye.

Ev bû 8 mehin hêzên Hefter pilan dikine ku Terablosa paytext kontrol bikin û ev şerê 24 demjimêrên borî derket pêş, piştî ku Artêşa Niştimanî ya Lîbî ku Hefter serkirdayetiya wê dike, roja pênşemê destpêkirina şerê Terablosê ragihand.

Medya Artêşa Hefter hin girteyên vîdyo belav kirin ku gihîştina hêzan bo Terablosê nîşan didin.

Ev şer metirsiyan derdixe pêş li dor rûberûbûna şerekî din ê wek şerê sala 2011an, dema rûxandin û kuştina dîktatorê welêt Moamer Qezafî.

Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbî Ehmed el-Mesmarî got Artêşê her wiha êrîşên esmanî birin ser bingeheka esmanî li Akadîmiya Hêzên Esmanî li bajarê Misrata yê rojavayê welêt.

Artêş dibêje mîlîtanên alîgirên Terablosê, li wê bingehê firokên bê firokvan ên ku çêkirina Tirkiyê ne, vedihewînin.

Voa

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.