Johnson ji Qralîçe Elîzabeth destûra avakirina hikûmetê sitand

di hilbijartinan de bûye yekem
کوردستان TV
100%

Partiya Konservatîf ya bi pêşengiya Boris Johnson ji hilbijartina 1987’an vir ve serkeftina xwe ya herî mezin bi dest xist û bi ferqeke pir hat deshilatê.

Partiya Karkeran ya bi Seroktiya Jeremy Corbyn ji 1935’an vir ve têkçûna xwe ya herî mezin dît.

Boris Johnson, piştî serkeftina di hilbijartinê de seradna Serdana Qralîçe Elizabeth ya Duyê kir û ji wê destûra avakirina hikûmetê sitand.

Konservatîfan ji 650 kursîyên parlamanê 364 bi dest xistine û Johnson dide zanîn bi vî awayî astenga li pêş derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) rabûye.

Karbidestên YE’ê diyar dikin ku ew li bendê ne ku parlamana Brîtanya demûdest Brexitê bipejirîne.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.