Komîteya têkiliyên derve proje qanûn pejrand

dibêje Erdogan tirkiye xistiye nava rewşeke gelek metirsîdar
کوردستان TV
100%

Duhê komîteya têkiliyên derve ya kongrêsa Amerîkayê proje qanûna sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyeyê bi piraniya dengan pejrand.

Di dengdana komîteyê de li ser proje qanûnê 18 endamê dengê erê dan û 4 endam jî dengê na bikar anîn.

Bi vê awayî proje qanûna sepandina dorpêçan li ser Tirkiyeyê yaku ji aliyê civata nuneran ve hatibû pejrandin li komîteya têkiliyên derve jî hate pejrandin û tê payîn di demeke nêz de li kongrês jî dengdan li ser vê projeyê were kirin.

Pspor behsa vê yekê dikin ku eger di dengdana kongrêsê de jî proje bi piraniya dengan were pejrandin vê demê bêyî îmzeya Serokê Amerîkayê proje dikeve meriyetê lêbelê eger bi ferqeke kêm were pejrandin lazime Serokê Amerîkayê proje îmze bike.

Herwiha Senatorên Amerîkî jî dibêjin me gelek rê û rêbaz bo çareser kirina qirîza S400an nîşanî Tirkiyeyê dan lêbelê Tirkiye bi ya xwe kir û xwe xiste nava metirsiyên gelek mezin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.