Mezlûm Kobanê: Lazime Amerîka û Rûsî pêşiya Erdogan bigirin

dibêje lazime em bihevre li dijî pêngavên Tirkiyeyê derkevin
کوردستان TV
100%

Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Kobanê dilgiraniya xwe ya li hember gotinên Erdogan ku gotbû evê 1 miliyon koçberên Sûrî di navbera Girê Spî û Serê Kanî de bicîh bikin diyar kir û ragihand ku ev yek guhertina demografiya deverê ye.

Mezlûm Kobanê herwiha eşkere kir ku lazime Amerîka û Rûsye ku li gel Erdogan rêkeftin îmze kirine rê nedin guhertina demografiya deverê û pêşî ji pêngavên Erdogan bigirin.

Ji aliyeke din ve Mezlûm Kobanê li gel hijmareke zêde ji Şêx û kesayetiyên navdar yên deverê civiya û di civînê de behsa êrîşên Tirkiye û cîhadiyan bo ser deverê kir û ragihand ku Tirkiye bi rêya wan cîhadiyan dixwaze demografiya deverê biguhere lewre lazime em bi hevre li dijî wan hewldanan rawestîn.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.