Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û komên çekdar li ser herêmên Til Temir û Eyn Îsayê de, şaneyên razayî yên DIŞIê li bajarokê Hecînê li rojhilatê Dêrazorê çalak bûne û êrîşî şervanên HSDê kirin û 3 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane û 2 şervan jî birîndar bûne.
HSDê diyar kir, komên çekdar bi piştevaniya artêşa Tirkiyê bi êrîşên xwe li ser Ebo Rasên û gundê Til Temir û Eyn Îsayê de berdewam in û balafir jî li esmana wê herêmê bi berdewamî difirin.
Peyamakurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin