Ciwanekî Kurd di bin eşkenceyê de canê xwe ji dest da

termê vî jî ji derveya bajar havêtine
کوردستان TV
100%

Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê Kamiyaranê li Rojhilatê Kurdistanê di encama eşkenceya ku li girtîgehê li vî hatiye kirin canê xwe ji dest da.

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê ev ciwanê Kurd yê ku navê vî Kawe Weysani ye, li bajarê Sineyê ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatibû girtin û pişt re jî di girtîgeha îtlaatê de hatiye eşkencekirin û di encam de canê xwe ji dest daye.

Piştî ku îtlaat ev ciwanê Kurd bi eşkenceyê qetil dike, cenazeyê vî jî dibe cîhek ji derveya bajarê Sine davêje nava çalekê.

Jêder behsa vê yekê dikin ku şûnên eşkenceyê li ser laşê vî ciwanê Kurd bi zelalî diyarin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.