Mesrûr Barzanî: Hewldanên me yên bo reforman didomin

bûdceya pêwîst bo cîhbicîh kirina projeyan hatiye dabînkirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îşev di gotareke xwe de behsa wan kar û projeyan kir ku di nava 100 rojan de ji aliyê kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatine cîhbicîhkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de behsa gelek projeyan kir ku hatine cîhbicîh kirin û hinek ji wan jî niha di prosesa cîhbicîhkirinê dene.

Di berdewamiya gotara xwe de ji çê kirina bendav, pir û cadeyan bigire heta çê kirina navendên tendirostî, debistan û nûjen kirina debistanên heyî, behsa wan pêngavan kir ku hatine avêtin û behsa amadekariyên darayî jî bo cîhbicîh kirina wan projeyan kir.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha diyar kir ku niha têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê gelek başin û danûstandina navbera her du aliyan didome.

Mesrûr Barzanî her wiha da xuyakirin, ewê hewl bidin dahata Herêma Kurdistanê %50 zêde bikin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku wan gavên baş û berbiçav bo xizmetkirina welatiyên Kurdistanê avêtine û got, ez dikarim bêjim karên me ketine ser rêka rast û destkeftên mezin bi dest hatine.

Serokê hikûmeta Kurdistanê da xuyakirin ku wan soz dane Kurdistaneka bihêz ava bikin û xizmeta xelkê bikin, ji ber wê jî dê li ser soz û rêça xwe rijd û berdewam bin.

Serokê hikûmetê behsa dahata navxwe ya Kurdistanê û nehîştina gendeliyê jî kir û ragihand, wan di nehîştina gendeliyê de gavên girîng avêtine û di vî warî de çavên xwe ji ti kesî re nagirin û dê heta dûmahîka îsal hewl bidin dahata navxwe jî %50 zêde bikin.

Li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, Mesrûr Barzanî destnîşan kir, yek ji armancên wan ew e pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir û bihêztir bikin û got, danûstandinên me li ser çar mijaran didomin:

-Dîtina formuleka dadperwerane bo pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya Îraqê de.

-Li gorî Destûra Êraqê, deshilat û mafên Herêma Kurdistanê di warê neft û gazê de parastî bin.

-Pirsgirêka deverên qutbûyî ji Herêma Kurdistanê li gorî Destûrê bê çareserkirin.

--Pêşmerge bibe beşek ji sîstema berevaniya Îraqê û mafên Destûrî yên Pêşmerge jî parastî be.

Serokwezîr herwiha behsa vê yekê kirk u bo zêdetir xizmet kirina xelkê û welatiyan hikûmet gelek pêngavên nû avêtiye bo nimûne di warê îdarî de cîhbicîh kirina karûbarên rojane yên xelkî hatine dîcîtalîzekirin û bi vê awayî jî karûbarên xelkê bilez tên bicîhanîn.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku ev hewl didin daku çavkaniyên dahata Kurdistanê zêdetir bikin û bo vê yekê jî gelek giringî bi kerta çandiniyê didin û zagonên taybetî bo vê yekê amade dikin.

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.