Serok Barzanî û James Jeffrey civiyan

behsa rojavayê Kurdistanê jî kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriye û şerê dijî DIŞIê James Jeffrey kir.

Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê û Fermandarê hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Sûriyeyê û hijmareke şêwirmendên siyasî û leşkerî jî têde beşdar bûn, şanda mêwan pesinên aramiya heyî ya li Kurdistanê de û anî ziman ku têkiliyên navbera Amerîka û herêma Kurdistanê pêşde çûne.

Di berdewamiya civînê de jiber şehîd bûna hijmarek pêşmerge di encama êrîşên terorîstên DIŞIê de, şanda Amerîkî serxweşiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û her du alî tekez li ser karên hebveş û hemahengiya zêdetir di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Amerîkayê de li dijî DIŞIê kirin.

Rewşa siyasiya Îraqê, pêşhatên dawî yên prosesa siyasiya Îraqê û daxwazên xwepîşanderên Îraqê jî çend mijarên din yên vê civînê bûn ku her du alî nêrînên xwe li ser wan anîn ziman.

Di dawiya civînê de her du alî behsa rewşa dawî ya li Bakûrê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî kirin û anîn ziman ku nabe bi ti guhertinekê demografiya wan deveran were guhertin û nabe ji vê zêdetir rê were dayîn ku gelê Kurd li Sûriyeyê rastî karesat û êş û azaran were.

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.