Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kiriye ku piştî zêde bûna liv û tevgerên terorîstên DIŞIê û şehîd û birîndar bûna çend peşmergeyan, wezaret bi hevkarî û hemahengî li gel aliyên têkildar pilaneke nû amade kiriye.
Di daxuyaniya wezaretê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev pilana han bo rûbirû bûn û pûç kirina êrîşên terorîstên DIŞIê li deverên curbicure.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku roja înê dest bi cîhbicîh kirina beşek ji vê pilanê hatiye kirin û di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê bo karûbarê pêşmerge serdana mihwera Gerimiyanê kiriye û li gel Fermandarên vê mihwerê civiyaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin