Îro pêncşemê nûnerên 10 partî û rêxitinên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê li Amedê dicivin. Di civînê de mijarên weke pêkanîna yekîtiya netewî di navbera aliyên Kurd de, rewşa Rojavayê Kurdistanê û herwiha diyarkirina endamên şanda hevbeş a aliyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê bêne gotûbêjkirin.
Li gor zanyariyên berdest, di civîna îro de partî û rêxistinên weke, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Tevgera Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Hereketa Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) beşdar dibin.
Civîna rêxistin û partiyên Kurdistanî bi sirûda “yekîtiya netewî” de tê lidarxistin.
Du partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihandine, tevî ku ew htine vexwendin, ew beşdarî civîna îro ya partî û rêxistinên Kurdî ya li Amedê nabin û diyar kirine, wan bi nameyekê ev biryara xwe ji aliyên pêwendîdar re ragihandine.
Hatiye ragihandin, ku gotûbêjkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşa Tirkiyê li ser wê parçeyê Kurdistanê, rewşa Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, pêkanîna yekîtiya netewî û herwiha diyarkirina endamên şanda hevbeş a aliyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê ajandaya civîna îro ya li Amedê pêk tînin.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin