Qanûna hilbijartinan di rojeva parlementoyê deye

hewl bo guhertina qanûna hilbijartinan tê dayîn
کوردستان TV
100%

Parlementoya Îraqê hewldanên xwe yên bo guhertin û ser rast kirina qanûna hilbijartinên Îraqê didomîne û di çarçoveya hewldanên han de, Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî li gel Serokên firaksiyonên nava parlementoya Îraqê û nunerên aliyên siyasî yên Îraqê civiya.

Di civînê de giftûgo li ser qanûna hilbijartinan û projeya guhertina qanûna han û amade kirina qanûneke nû hate kirin.

Di civîna duhê de yaku nunerên saziyên navnetewî jî têde beşdar bûn, biryar hate dayîn daku civînên bo giftûgo kirin li ser proje qanûna han bi beşdariya tevahiya aliyên têkildar berdewam bin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.