Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke ENKS bi Serokatiya ENKSê Siûd Mele kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa dawî ya siyasî û meydanî ya Sûriyeyê û rola welatên herêmî û cîhanî di nava rewşa Sûriyeyê de hate kirin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî û şanda ENKS dilgiraniya xwe ya li hember hewldanên heyî yên bo guhertina demografiya deverên Kurdî, eşkence kirin û aware kirina welatiyên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê diyar kirin.
Derbarê pêşeroja Sûriye, rewşa Kurdan li Sûriye û çawetiya rûbirûbûna metirsiyan û dabîn kirina mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê Serok Barzanî şîrtên pêwîst da şanda ENKS.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin