Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Elzahêrî kir.
Di civînê de Konsulusê Îmartê silavên Cinîşînê Ebû Zebî Şêx Mihemed bin Zayêd Elnehiyan gehande Serok Barzanî û bi awayekî kurt behsa hevkariyên welatê xwe yên bo koçber û penaberan li herêma Kurdistanê kir û got: Îmarat berdewam dibe li ser hevkarî kirina koçber û penaberan.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îmaratê, rewşa Îraq û deverê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin