Serokê herêmê û Serokwezîr serdana Îmaratê kirin

duhê bi hevre serdana Îmaratê kiribûn
کوردستان TV
100%

Duhê her yek ji Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Îmaratê kirin û Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê serdanê de wisa nivîsandiye;

Piştî nîvroya roja 1/12/2019 li ser vexwandina fermî ya Cîhnişînê Ebû Zebî, gehîştîne Ebû Zebî bo beşdarî kirin di merasîma misabiqeya xelata Îmarat Formula 1.

Di çarçoveya serdana han de me li gel her yek ji  Cîhnişînê Ebû Zebî Cîgirê Fermandarê bilind yê hêzên çekdar yên Îmaratê û Serokê civata cîhbicîhkar ya Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayêd Alnehiyan û Cîgirê Serokê Îmaratê, Serokwezîr, wezîrê berevanî û fermanrevayê  Dubayî Şêx Mihemed Bin Raşêd Almektûm, Cîhnişînê Erebistana Siûdî, Mîr Mihemed bin Selman, Serokê Ermenistanê Armen Sarkissian, Serokê Tataristanê Rustem Minnihanov û hijmarek şah, Serok, Serkirde û wezîrên welatên mêwan yên beşdar di merasîmê de, hevdîtin pêk anî.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.