Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê Cotiyar Adil ragihand ku îro yekşem şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bo domandina giftûgoyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de serdana Bexdayê dike.
Cotiyar Adil ragihand ku şanda Kurdistanî vê îro yekşem li gel wezîrê darayî yê Îraqê dicive û di civînan de giftûgo li ser para Kurdistanê ji bûdceya 2020an ya Îraqê û herwiha mûçeyên karmendên hikûmeta Kurdistanê tê kirin.
Nav hatî eşkere kir ku dev ji kar berdana Serokwezîrê Îraqê ti bandorek li ser rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê nake.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin