Birêveberê asayîşa Koleco şehîd bû

li nexweşxaneyê şehîd ketiye
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî duhê bi şev terorîstên DIŞIê êrîşî ser devera Koleco kirine.

Jêder behsa vê yekê kirin ku terorîstên DIŞIê di destpêkê de bi havenan êrîşî ser Kolecoyê kirine û pişt re jî bi qenas êrîşî ser hêzên ewlekarî yên li vê deverê kirine.

Jêder behsa vê yekê kirin ku di encama êrîşên han de birêveberê asayîşa Kolecoyê Simko Elî birîndar bûye û dema ku xwestine bo derman kirinê bibin nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û şehîd ketiye.

Hin aliyên din jî dibêjin ku di encama êrîşa bi havenan de jî du endamên asayîşê yên nahiyeya Koleco ya ser bi Kifrî şehîd bûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.