Duhê bi şev balefirên nenas êrîşî ser 9 navendên leşkerî yên cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Bakûrê Idlibê û Başûrê Ezazê kirin.
Jêder behsa vê yekê din ku 6 ji wan navendan li Bakûrê Îdlibê û 3 yên din jî li Başûrê Ezazê bûne û di encama bordimana han de hijmareke gelek zêde ji cîhadiyên Tirkiyeyê hatine kuştin û hijmareke din ya zêde jî birîndar bûne.
Herwiha hate ragihandin ku çend ji wan navendan cebelxane bûne û di encama bordimanê de agireke mezin bi wan cebelxaneyan jî ketiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin