Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî kir li ser pêgeha xwe ya taybetî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro yekşem 24ê Mijdara 2019an me pêşwaziya Şêwirmendê Serkirdeyê Komariyan di civata Senatoya Amerîkayê de Robert Kerîm kir û pêşhat û guhertinên dawî yên Îraq û deverê nirxandin.
Robert Kerîm piştîvaniya xwe ya bo prosesa giftûgoya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî diyar kir û ev yek tekez kir ku Amerîka herêma Kurdistanê weke hevpeymaneke xwe ya giring li deverê de dibîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin