Nunerê hertimî yê Sûriyeyê yê li Netewên Yekgirtî Beşar Ceferî derbarê operasiyon û êrîşên Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yên bo ser Bakûrê Sûriyeyê ragihand ku armanca Tirkiyeyê ji wan êrîş û operasiyonan dagîr kirina axa Sûriyeyê ye.
Ceferî herwiha eşkere kirk u Tirkiye û cîhadiyên hevpeymanên vê bi êrîşên xwe axa Sûriyeyê dagîr kirine, hijmareke gelek zêde welatiyên Sûriyeyê kuştine.
Ceferî anî ziman ku Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bi êrîş û zordariyên xwe zêdetir ji 180 hezar welatiyên Sûrî aware kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin