Di operasyonên QSD‘ê yên li dijî DIŞIê de 25 çete hatin girtin

di encama operasiyonê de hatine girtin
کوردستان TV
100%

QSD‘ê ragihand ku di operasyonên hêzên wan ên ewlekariyê yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê de 25 çete hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên operasayonên 28‘ê Cotmehê -22‘Mijdarê yên li dijî şaneyên veşartî yên DIŞIê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di dem û dîrokên cûda de ji aliyê hêzên me yên Ewlekarî ve di operasyonên li hember DIŞI û şaneyên wê yên veşartî hatin pêkanîn de bi tevahî 25 çete hatin girtin. Berfirehiya operasyonên hatin pêkanîn wiha ye;

1- Di operasyona ku ji aliyê hêzên me yên Ewlekarî ve hatî pêkanîn de endam û serçeteyê DIŞI‘ê yê bi navê Erkan Hisên (Mihemed Salih el-Elî) ku bi erka berpirsiya dîlên koma çete ve radibû hate girtin.

2- Di navbera rojên 15-22‘ê Mijdara 2019‘an de operasyonek taybet li hember şaneyên veşartî û endamên DIŞI‘ê  yên li herêma Dêrazorê hat encamdan. Di encamê de 21 çete hatin girtin. 2 çeteyên ku xwastin êrîş bikin jî hatin kuştin.

3- Serçeteyek ku xwe di kampa Holê de vedişart û ji teqînên li Hesekê berpirs bû hate girtin.

4- Di roja 28‘ê Cotmehê 2019‘an de ji aliyê Yekineyên Antî Teror (YAT) ve operasyonek hat encamdayîn. 2 çeteyên berpirs ji êrîşa teqîna ku beriya niha li ser zindana Hesekê hatibû kirin, hatin girtin."

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.