Îsraîl mûşekên Îranê li esmanê teqand

her çar mûşek li esmanê teqandiye
کوردستان TV
100%

Berbanga îro sêşem çekdarên ser bi Îranê li Sûriyeyê xwestin bi 4 mûşekan êrîşî ser cîhên sivîlan li girên Colanê bikin.

Lêbelê sîstema berevaniya esmanî ya Îsraîlê beriya ku mûşek bigehêjin esmanê Îsraîlê, mûşek tesbît kiriye û li ser sînorê navbera Îsraîl û Sûriyeyê de li esmanê de ev her çar mûşekên Îranî ji nav biriye.

Pişt re artêşa Îsraîlê jî êrîşek bo ser pêgehên Îranî li Şamê pêk anî.

Di encama êrîşa han de çend navendên leşkerî yên Îran û çekdarên ser bi Îranê jiber êrîşên esmanî yên Îsraîlê hatine wêrankirin.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.